MEXMÛR- Ev 430 roj in çalakiya nobetê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi moralek bilind berdewam dike. Her pênc roj komekê din nobet dewr digire. TJCM (Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê) û TCM (Tevgera Ciwanên Mexmûrê) vê heftê wek koma 84’emîn di nava çalakiyê de cîh digirin.
Ciwanan bi semîneran, niqaşan û bi stranên xwe yên şoreşgerî rengê xwe dan çalakiyê.
Çalakvana jina ciwan bi navê Roj dibêje ku heya çalakiya wan bigihîjê armanca xwe, wê tekoşîna xwe bedewam bikin û her çalakiyên xwe berfireh bikin.
Roj axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êrîşên dijmîn li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî ciwanan nade sekinandin. Berovajî vê, wê ciwan bi biryardariyekî hin xurttir tevlî çalakiyan bibin.”
Çalakvana jina ciwan Zîlan jî da zanîn ku çawa tevlîbûna vê çalakiyê û di nav de hevaltiya rast jiyan kirin çavkaniyek moralê ji bo ciwanên Wargehê ye û axaftina xwe wiha domand: “Armanca me Zelal e, em dixwazin Rêberê xwe bi fîzîkî azad bibînin.”
Jina Ciwan Nalîn bal kişand li ser berpirsiyariya Ciwanan û got: “Çi dikeve li ser milê me, pêwiste em wek ciwan erkên xwe bicîh bînin.”