HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê amadekariya çalakiya xwe ya bi navê “Bîraninên bi Rojê re” kirin. Li ser esasê çalakiya ”Bîraninên bi Rojê” ku beriya demekê ji aliyê Komitiya Perwerde ya Jinên Ciwan û Jineolojî Ciwan hevpar hatibû li darxistibûn, niha jinên ciwan di hemû qadên xwe de dest bi çalakiya di vê çerçoveyê de dikin.
Di çerçoveya kampanya ya”Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” jinên ciwan Rêber APO dixin nevanda çalakiyên xwe.
Jinên Ciwan roja xwe bi giştî bi Rêber APO re derbas bikin. Despêkê ve nirxandin li ser sîstema Îmraliyê tê xwendin, her wiha li ser jiyana Rêber APO jî wê broşur werin xwendin.
Piştre jî Sinevizyon û bîranînên bi Rêber APO re werin temaşe kirin. Bi giştî jinên ciwan dixwazin bi wan çalakiyan ve Rêber APO bixin navenda jiyana xwe. Hemû jinên ciwan ku tevlî vê rojê dibin, ji sîstema kapîtalîst qût dibin û bi Rêbertî re jiyan dikin. Ji ber kfu ikir û felsefêya Rêber APO hin nêztir û baştir nas dikin.
Jinên Ciwanên Hesekê îro hazritiya “Biraninên bi Rojê re” ku roja pênçşemê were li darxistin kirin.
Hemû jinên ciwan ku pêşdarî rojê bibin, vê xelatekê biçûk werbigrin.