CÎZRE- Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê çûn serdana malbata welatparêz a Şehîd Vejîn Jiyan ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li dijî Rojava de 27’ê Tîrmeha 2023’an şehîd bûbû.
Weke ku tê zanîn Şehîd Vejîn Jiyan ji malbateke ku kevneşopiya welatparêz û berxwedêr a Cizîrê de dihat û di temenekî pir ciwan de tevlî nava refên azadiyê bû. Ev vîn û îradeya ku nîşan da tevî temenê xwe yê biçûk, bandorek mezin li ciwanên Cizîrê kir. Bi xebatên xwe yên azadiyê yên li çar parçeyên Kurdistanê û bi kesayeta xwe ya xurt a bi felsefeya APO ve girêdayî, bandor li ciwanên Kurdistanê kir. Piştî şehadeta wê bi dehan jinên ciwan navê “Vejîn” li xwe kirin û bi sonda tolhildanê, tevlî nava refên azadiyê bûn.
Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê jî bi dehan ciwanan ve serdana malbata birûmet a Şehîd Vejîn Jiyan kirin. Bi vê minasebetê xwestin Ş.Vejîn Jiyan ku jş xwe re wekî pêşeng dibînin, bibîr bînin. Ciwanên ku çûn serdanê bi mêvandariya germ a malbata Ş.Vejîn re rû bi rû man.
Ciwanên ku moral dane malbatê ev tişt anîn ziman:
“Em weke ciwanên welatparêz soz didin ku emê şehîd Vejîn Jiyan di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin. Dibe ku Heval Vejîn şehîd ketibe, lê niha bi sedan jinên ciwan bûne VEJÎN û wê bidomin. Em dibêjin xwîna şehîd Vejîn wê li erdê nemîne. Em dibêjin em ê ji vê pergala ku ji Kurdan ew tenê mirinê layiq dibîne tol rakin.”
Dema ciwan ji malbatê derketin dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Ey Şehîd Xwîna Te Erdê Namîne” kolan tijî kir.