REQA-Endamên Meclisa Jinên Ciwan a Reqayê dewreya “Xwendenivîsandin” vekirin. Bi dehan jin û jinên ciwan beşdarî dewreya ku mehekê li Meclisa Ciwanan a Idlibê li kampa Ebû Kubayê hat lidarxistin, bûn.
Kursa ku bi armanca zêdekirina rêjeya xwendin û nivîsandina di nava civakê de û li ser vê bingehê pêşxistina jinên xwendewar hatibû vekirin, îro bi bernameya moralêkê bi dawî bû.
Beriya ku moral dest pê bike ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin. Piştre axaftinek kurt ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinên Ciwan Betûl Dervîş ve hat kirin.
Derwîş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerde û xwendin û nivîsandinê ji bo jin, dayik û ciwanan û spasiyên xwe pêşkêşî hemû jinên beşdarî dewreyê bûne kir.
Her wiha di axaftina Hevseroka Meclisa Ciwanên Idlibê Îsraa El-Sayed de, rola jinên ciwan di afirandina pêşerojê de û girîngiya perwerdekirina wan û bilindkirina hişmendiya perwerdeyê hate gotin.
Di dawiyê de jinên ku beşdarî dewreyê bûn li ser navê Meclîsa Jinên Ciwan a Reqayê sertifika û diyarî hatin dayîn.
Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.