NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku milîsên wan di 22’ê Îlonê saet 22.00’an de li Taxa Ormanê ya Geverê polîsên dagirker ên ku kontrola nasnameyan dikirin kirine hedef û êvara 22’ê Îlonê jî li Taxa Kişla ya Geverê êrîşî sîstema mobese ya dagirkerên kirine.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Geverê li dijî dagirkeran 2 çalakiyên cuda li dar xistin.
Milîsên me di 22’ê Îlonê saet 22.00’an de li Taxa Ormanê ya Geverê polîsên dagirker ên ku nasnameyan kontrol dikirin kirin hedef. Milîsên me bi teqemeniyên destçêkirî û fîşekên hewayî li dagirkeran xistin. Dagirkerên ku di çalakiyê de panîkek mezin jiyan kirin, bi lez li wesayîtên xwe siwar bûn û xwe paşve kişandin qereqolê. Di çalakiyê de hejmara leşkerên birîndar nehate zelalkirin.
Milîsên me 22’ê Îlonê di saetên êvarê de li Taxa Kişla ya Geverê li dijî sîstema mobeseya dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de pergala mobeseyan a dewleta dagirker ji aliyê milîsên me ve hate rûxandin.”