NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz di 5’ê Cotmeh’ê de bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûrî de meşekî girseyî lidardixe.
Meşa xwendekarên Bakûr û Rojhilatê Sûrî wê li bajarê Hesekê, Dewara Îtfayîyê despê bike û li ber Goristana Şehîdan ya Ş.Dijwar dawî bibe. Di derbarê meşa xwendekaran de endamê Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Ercan Mehmûd ji ajansa me re axivî û wiha got:
“Navên min Ercan Mehmûd e. Ez ji bajarê Kobanê me û endamê Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz im. Em wekî xwendekarên Bakûr û Rojhilatê Sûrî di 5’ê Cotmehê de meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO lidardixin.
Wekî ku tê zanîn Serok APO ev 26 sale di nava tecrîdekî girankirî de ye û tu agahî jê nayê girtin. Armanca me wekî ciwanên xwendekar mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Di heman demê de erk û berpirsiyariya hemû xwendekaran; li Serokê xwe li axa xwe, li welatê xwe xwedî derketin e. Xwendekarên ku vê erkê xwe nizane, nikare ji xwe re bêje ez zane me û rewşenbîr im.
Rêber APO jî di despêka meşa xwe de xwendekar bû û hemû zanebûna xwe xiste xizmeta welat. Divê em jî wekî xwendekar hemû zanebûna xwe têxin xizmeta welatê xwe. Gelek kesayet hene ku di welatên cûda de xwendine û naha li wê derê kar dikin. Ev kesana ne welatparêz in û pêşketinên wan jî nakeve xizmeta welatê wan. Zanebûnekî ku nekeve xizmeta welatê me cahiltiya herî mezin e. Ger em naha dikarin bi zimanê xwe ve zanebûna xwe pêşdixin ev hemû bi saya keda Rêber APO û keda hevalên şehîd e. Divê em wekî xwendekar tu carî vê yekê jibîr nekin.
Di mijara azadiya fîzîkî ya Rêber APO de barê herî mezin dikeve ser milê xwendekaran. Rêber APO di milê zanistî, fikrî û felsefî de gelek berhem daye me ku em bi vê re şoreşa azadiyê pêşbixin. Xwendina fikrê Serok APO çiqasî girîng be pêkanîna wê deh qat girîngtir e. Serokatî dibêje “Femkirin, pêkanîn e.” Tiştê ku ji me tê xwestin ev e.
Ez di dawiyê de bang li hemû xwendekarên Sûriyê dikim ku werin û tevlî meşa azadiya fîzîkî ya Rêber APO bibin.”