HESEKÊ- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li Kampa Woşakanî ya Hesekê ku gelê Serakanî tê de jiyan dike, pirtûka Rêber APO ya bi navê “Sosyolojiya Azadiyê” dixwînin.
Çalakiya xwendinê bi beşdariya nêzî 30 jin û xortên ciwan, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre pirtûk ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Feyza Hesen ve bi dengekî bilind hate xwendin.
Ciwanên ku beşdarî çalakiya pirtûkan bûn di derbarê çalakiya ku li dar xistin de ji ajansa me re nirxandin;
Ciwanên Ereb diyar kirin ku armanca wan ew e ku Rêber APO û fikrên wî ji nêz ve nas bikin û gotin ku ew birçiyê ramanên Rêber APO ne û dixwazin vê fikrê hîn bibin û bipejirînin û li her derê bidin jiyan kirin.
Ciwanan diyar kirin ku salvegera Komploya 9’ê Cotmehê nêzîk dibe û gotin ku bersiva herî mezin a li dijî hêzên komploger ew e ku fikir û felsefeya Rêber APO hembêz bikin û li hemû gelên azadîxwaz û bi taybet gelên Rojhilata Navîn belav bikin.
Di dawiyê de ciwanan gotin ku ew ê bi çalakî û bernameyên xwe pêşengiya hamleya “Ji Rêber APO re azadî” bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.