ŞEHBA- Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd de meşek li dar xist.
Meş ji rêya kampa Serdem a bajarokê Ehdas dest pê kir û heta avahiya Şaredariya gundê Til Sosin bi rê ket.
Li wir bi navê Tevgera Jinan a kantona Efrînê Ferîde Îbo got: “Gelê Kurd li ser şopa fikrên Rêber APO ye û ew ê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî û çareserkirina pirsgirêka Kurd, têkoşînê bidomîne.”
Ferîde Îbo xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi pergalên kapîtalîst re di dîlgirtina Rêber APO de şermezar kir û got: “Dîrok îsbat dike ku malbata Barzanî îxanetê dike.”
Her wiha bi navê tevgerê Elîf Şêx Ehmed destnîşan kir ku Rêber APO di zanakirina jinan û civakê de roleke girîng lîst û girtîgeha Îmraliyê kir çavkaniya azadî, mirovahî û jiyanê.