ŞEHBA- Li Goristana Şehîdên Berxwedanê ya bajarokê Ehrezê merasîmeke xiyabî ji bo fermandarê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Karker Tolhildan hat lidarxistin. Di merasîmê de girseya koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê beşdar bûn.
Fermandar Karker Tolhildan (Redvan Ulugana) di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de di 10ʹê Hezîrana 2023ʹyan gihaşt asta şehadetê.
Merasîm bi pêşkêşkirina toraneke leşkerî, deqeyeke rêzgirtinê û avêtina 21 guleyan dest pê kir. Dûre fermandarê HREʹyê Zerdeşt Efrîn behsa jiyana leşkerî û şoreşgerî ya şehîd Karker kir, her wiha li ser rola wî di parastina gelê xwe de li dijî êrişên DAIŞʹê û dewleta Tirk a dagirker, rola wî di damezrandina HREʹyê de axivî. Zerdeşt soza şopandina rêça wî nû kir.
Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Bilko tevahî şehîd bi bîr anîn û behsa rola şehîd Karker a şopandina rêça mezinên xwe li dijî dijminan kir.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.