NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwan û Werzîşê ya Herema Cizîrê di çarçoveya kampanyaya “Mala Xwe Taxa Xwe Welatê Xwe Biparêze” de bi slogana “Ji Bo Jîngehek Xweşiktir” de dest bi kampanyaya ekolojîyê kiribûn.
Di bingeha vê kampanyayê de gelek çalakiyên paqijkirina bajêr, çandina daran, ji bo avakirina hişmendiyekî ekolojîk xebatên zanekirinê têne meşandin. Ciwanê bi navê Ehmed Elî ku di vê kampanyayê de cîhê xwe digre di derbarê armanca vê pêngavê de ji ajansa me re axivî.
Ehmed Elî anî ziman ku “Şerê cîhanê yê 3’êmîn ku naha diqewime ne tenê zirar dide mirovan. Bi qasî ku êrîşê mirovahiyê dike ewqasî jî êrîşê xwezayê dike.”
Ehmed Elî dijminahiya kapîtalîzmê li beramberî xwezayê bi van gotinan ve teşhîr kir: “Pergala kapîtalîzm bi rêbazên cûr bi cûr ve vê yekê dike. Şer bi xwe zirara herî mezin li xwezayê û mirovan dike. Dîsa dagirkerî, pê re girêdayî koçberî, çekên ku di şeran de tê bikaranîn jî vê zirarê kûrtir dike. Nexweşiyên ku nû derdikevin jî yek lingên ku pergala kapîtalîzm xwe pê dide jiyan kirin e. Zêdebûna bikaranîna plastîkê jî zirarekî mezin dide xwezayê. Pergala kapîtalîzm qaşo li dîjî vê di nava lêgerînê de ye ama yê ku ev pêşxistiye jî dîsa heman pergal e. Dûmanên ku ji wesayîtan û fabrîkayên ne ekolojîk derdikevin, cîhana me tîne rewşekî ku nayê jîyîn.”
Pêngava ku dane despê kirin jî wiha da nasîn: “Dema em giştî cîhanê dinêrin xeteriyekî mezin dibînin. Me jî li beramberî vê rastiyê wekî ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûrî taybet jî herema Cîzîrê de pêngava “Ji Bo Jîngehekî Xweşiktir” da despê kirin. Bi piştgiriya gel û saziyên Rêveberiya Xweser ve em çalakiyên xwe lidardixin.”
Ehmed Elî da zanîn ku armanca vê pêngavê ne tenê paqijî û dar çandin e. “Armanca herî esasî di civakê de avakirina hişmendiyekî ekolojîk e. Ger em di civaka xwe de hişmendiyekî ekolojîk ava bikin emê karibin li beramberî nexweşiya kapîtalîzmê xwe biparêzin û vegerin cewhera xwe ya xwezayî.”
Ehmed di dawîya axaftina xwe de bang li herkesî kir ku tevlî vê pêngavê bibin û wiha got:
“Xwe di paqijiya jîngehê de, parastina welatê de berpirsiyar dîtin, hestiyar nêzikbûna vê mijarê erkê her welathezekî ye.”