NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakiya “Ji Rêber APO re Azadî” li dar xist. Milîsan îstasyona bazê ya dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Licê ya Amedê îmha kirin.
Daxuyaniya MAKê ya têkildarî çalakiyê wiha ye:
“27’ê Îlonê saet 19.00’an li herêma Şehîd Remzî ya navçeya Licê ya Amedê, milîsên me li dijî navendeke teknîkî ya dagirkeran a di navbera gundên Paçar û Baravê de çalakiyek li dar xistin. Navenda ku daneyên pergalên Mobese û Fotokapan ên li herêmê peyda dike. Dagirker bi rêya vê navendê ji herêmê wêne û agahiyan distînin, êrîşan pêk tînin.
Em ê hemû teknîka dagirkeriyê ji Kurdistanê derxin.