BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve detayên çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
Ji çapemenî û raya giştî re!
Agahiyên li ser çalakî û êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:
1. Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
27’ê Îlonê saet 14:30’an de kamerayeke Mobesse ya dagirker a li Herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate rûxandin.
27’ê Îlonê saet 17:30’an de dronek a dagirker a li herêma Berxwedana Girê Cûdî bi çekên ferdî hate xistin.
28’ê Îlonê saet 15:15’an de li dijî dagirkerên ku li herêma Berxwedana Girê Baharê çalakî li dar xistine, bi çekên navîn ên otomotîk mudaxele hatiye kirin. Piştî destwerdana hêzên me tevgera dagirkeran hate rawestandin.
2. Herêma Metîna;
Hêzên me 27’ê Îlonê saet 21.50’an û 28’ê Îlonê saet 02:30’î li dijî helîkopterên êrîşê yên li Herêmên Berxwedanê yên Dergelê, Beşîlî û Serê Metîna bomberdûman kirine. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopterên êrîşê neçar man ji herêmê dûr bikevin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî;
Di 27’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Di 27’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl Batî Zapê 3 caran bi teqemeniyên qedexe û carekê jî bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
27, 28 û 29’ê Îlonê Herêmên Berxwedanê yên Berbizinê, Girê Qele, Şehîd Şerîf, Goşînê, Xinêreya Jor ên qadên ê 14 caran, herêma Berxwedana Dergelê ya herêma Metîna 2 caran. Herêma Girê Bahar a Şehîd Delîl, Herêma Batî Zapê sê caran. Herêma Bêywanê ya herêma Qendîlê carekê; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 32 caran hatiye bombekirin.
Di 27, 28 û 29’ê Îlonê de li dijî Herêmên Berxwedana Serê Metîna, Dergelê, Bêşîlî yên herêma Metîna 17 caran êrîş li qada Berxwedana Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl Batî Zap hate kirin. Bi helîkopterên êrîşê bi giştî 36 caran hatiye bombekirin.