REQA – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa, bi boneya yekemîn salvegera şehadeta şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan, wan bi bîr anîn û çalakiya fedaî ya Şehîd Erdal û Rojhat ku 1’ê Cotmehê 2023 li Enqereya navenda faşîzma dewleta Tirk a dagirker pêkanîbûn silav kir. Ser vî esasê jinên ciwan îro danê êvarê li parka Reşîd wêneyên Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojat Zîlan li ser dîwar xêz kirin.
Jinên ciwan piştî qedandina resmê çalakiya xwe bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî kirin.