NAVENDA NUÇEYAN- Li gelek bajaran di pêşengtiya ciwanan de ji bo salvegera şehadeta yekemin ya Ş. Erdal û Ş.Rojhat çalakiyên bîranînê hatin li darxistin. Li Helebê bi pêşengtiya xwendekarên jinên ciwan di dibistanan de ji bo her du şehîdan bîranin hatin çêkirin. Bîranina ku deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê hat destpêkirin bi xwendina nameyên her du şehîdên fedaî berdewam kir. Piştî xwendina nameyan xwendekaran bi slogana “şehîd namirin” çalakiya xwe bi dawî kirin.
Li bajarê Kobanê jî di bin pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan de li saziya Malbata Şehîdan ji bo Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat bîranîn hatin li dar xistin. Bi dehan kes tevlî bîraninê bûn. Bîranin bi deqeyekî rêz girtin hat destpêkirin. Piştre ber fotoğrafên şehîdên fedaî mum hatin pêxistin. Çalakî bi tamaşekirina dimenên her du şehîdên fedaî ku beriya çalakiya xwe pêkbinin hatibûn kişandin, hat bi dawî kirin.