MINBÎÇ- Tevgera Ciwanên Şoreşger li Minbic û gundewarê wê ji bo danasîna Komploya Navnetewî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de despêkir, gelek semîner û civîn hatin lidarxistin.
Komploya ku bi armanca îmhakirina Rêber APO û tasfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi hevkariya dehan dewletan despêkir dikeve 26’emîn sala xwe. Ev komplo di şexsê Rêber APO de ji holê rakirina gelê Kurd armanc dikir. Rêber APO li beramberî komployekî ku ji aliyê hemû hêzên hegemon ve hatiye amadekirin tedikoşe.
Ciwan jî bi zanebûna “Vala derxistina kompoya nevnetewî, bi naskirina rastî û pêvajoya pêşketina komployê vê pêkan e.” tevdigerin. Li ser vî esasî ciwanên Minbiçê, li navenda bajar û gundê wê gelek semîner û civînên gel lidarxistin.
Hemû civîn û semîner di şexsê şehîdên “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtinê ve despêkir. Sînevizyona di derbarê komploya navnetewî de hate temaşe kirin.