MARSÎLYA- Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) li Marsîlyayê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meşek li dar xist.
Ciwanan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdan dest bi çalakiyê kirin û piştre ji qada Belle De Maî heta parka La postê meşiyan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO, Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” berz kirin.
Di dawiya meşê de li ser navê CKF Marsîlyayê axaftin hat kirin. Di axaftinê de ev tişt hatin gotin: “Tecrîd û îzolasyona mutleq li ser Rêber APO demek dirêje heye. Ev tecrîd di heman demê de tecrîda li ser gelê Kurd û Kurdistanê ye. Di berdewamkirina vê tecrîdê de rola sereke NATO û Yekîtiya Ewropa ye. Li vir em careke din diyar dikin ku weke ciwanên APO’yî heta ku Rêber APO azad bibe û Kurdistan bibe xwedî statu em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê weke ciwanên APO’yî em bang li hemû ciwanan dikin ku bi armanca hembêzkirina Rêbertî û bidestxistina azadiya fîzîkî li qadan çalakiyên xwe aktîf bimeşînin.”
Ciwanan bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.