NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber APO, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqa û Tebqayê çalakî hatin lidarxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Reqayê bi boneya 26. salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd” ku li ser asta navneteweyî hatiye destpêkirin civînek lidar xist.
Civîn bi beşdariya bi dehan endamên Tevgera Ciwanan û komînan, li gundê El-Kalta yê bakurê bajêr hate lidarxistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Piştre jî li ser rastiya komployê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê Mehmûd El-Afer axivî.
Çalakî bi temaşekirina sînevîzyona li ser komploya 9’ê Cotmehê bi dawî bû.
TEBQA- Di çarçoveya çalakiyên azadiya Rêber APO de, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Tebqayê sempozyûma Komploya 9’ê Cotmehê hate lidarxistin.
Bi durişmeya “Bi rihê ciwanên APO dîwarên Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.” Bi dehan ciwan û endamên meclîsê beşdarî sempozyûma hat lidarxistin bûn.
Li sempozyûmê piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftina vekirinê li ser Rêber Apo û têkoşîna wî ya yekîtiya gelan û jiyana bi hev re hate kirin.
Piştre sînevîzyona Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hate pêşandan.
Paşê, beşdaran li ser wate û girîngiya rojê nîqaş kirin.
Gotûbêj di bin sê mijarên sereke de berdewam kir:
_Divê helwesta ciwanan ji bo Rêber APO çawa be?
_Rewş û kêmasiyên me yên rêxistinî çi ne?
_Ji bo fizikî azadiya Rêber APO divê çî çalakî û xebat bên pêşxistin?
Ji bo xebat li ser wan bê kirin û ji bo Rêber APO bigihêje azadiya fizîkî têkoşînê mezin bikin ji aliyê beşdaran ve nêrîn û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Di dawiyê de ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Xûfran El-Elî ve encamnameya sempozyum hate xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.