REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Reqayê di çarçoveya çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bi diruşma ʹHûn nikarin roja me tarî bikinʹ meşeke meşaleyî li dar xist.
Di meşê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqayê û gundewarên wê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerên ciwanan li Reqa û gundewarên wê û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn.
Meş ji pêş Pira Nû ya Reqayê “Reşîd” dest pê kir û ber bi têketina bajêr ve çû. Di meşê de pankarta ʹhilweşe komploya navneteweyî, werin cena azadiyêʹ û diruşmên ʹBê Serok Jiyan Nabeʹ ,ʹAzadiya fîzîkî ji bo Rêber Abdullah Ocalanʹ hatin berzkirin.
Li têketa bajêr, meş rawestî. Li wir endamê ciwanên şoreşger a Reqayê Mehmûd El Efer daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin armanca komploya navneteweyî çewisandina fikra azad a banga azadiya gelan dike. Lê komplogeran, tevî ku hewl da derbeyê li projeya navneteweyî demokratîk bidin, tu encam bi dest nexistin.
Her wiha hat diyarkirin li kêlek tevahî astengiyên Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de rû bi rû ye, pergala êşkence û qirkirinê li dijî wî hatiye ferzkirin, lê dîsa jî di nava gelên herêmê û cîhanê de fikrên wî hatine belavkirin.
Di dawiyê de hat aşkerakirin ku ciwanên Reqa û gundewarên wê soz didin Rêbrer Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li qadan in.
Meş bi siloganaʹBê Serok Jıyan Nabeʹ bi dawî bû.