ŞEHBA- Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, li bajarên Şehba û Dêra Zorê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve çalakî hatin lidarxistin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Fafîn a Şehbayê li hev civiyan û sînevîzyona ku Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêber APO hate kirin, temaşe kirin.
Li gundê El-Teyana yê Dêra Zorê bi pêşengiya Saziya Ciwan û Werzîşê civînek têkildarî komploya navneteweyî hate lidarxistin.
Di civînê de rastiya komployê, komplo kengî, li ku û bi çi armancê hatiye destpêkirin û bi taybetî ji aliyê kîjan dewlet û hêzan ve hatiye kirin, hate vegotin.
Her wiha bi destpêkirina komployê re berxwedana bi şîara “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” ku bi pêşengiya ciwanên 4 parçeyên Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê, bi taybetî li zindanan, destpê kir, hate gotin.
Di dawiyê de hate gotin ku têkoşîna Rêber APO ya li dijî her cure îşkence û tecrîda li girava Îmraliyê ya 26 sal in tê meşandin hate vegotin û hate gotin ku divê ciwan piştgiriyê bidin vê têkoşînê.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” bi dawî bû.