ŞEHBA- Doh li danê evarê li navçeya Ehdas giredaye kantonê Şehba, li Gulîstana Rêber APO ji bo bîranina Şehîd Rustem Serhad û Hogir Botan bi dehan ciwan kom bûn. Her dû hevalan di demek direj kar û xebat ciwanan dabûn meşandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya herema Şehba ên ku hatin çalakiye û bi tevlibûyînekî xurt her dû şehidên peşeng ya ciwana bi bîr anin. Beriya dest bi bername were kirin di şexsê Şehit Hogir û Şehîd Rûstem de ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyekî rêzgirtin hate girtin.
Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axiftin hat kirin û wiha hat gotin “Her dû hevalan bi rihek fedayî li çiyayên Azad jiyan kirin û heya dawî şer kirin. Bi rihe berxweder nasnameya ciwantî temsil kirin û bûn peşeng ji bo me ya hemûyan.
Şehîd Rustem Serhad ciwanekî ku li Ewrupa tevlibû bibû. Bi sedan ciwanên ku dikevin xizmeta ya şerê taybet û berê xwe didin Ewrupa û pergala kapitalizmê, Şehîd Rustem Serhad berê xwe daye welatê xwe. Li navenda ewrupa biryara xwe da ji bo jiyanek bi rumet û bi wate jiyan bike û berê xwe da çiyayên Azad. Li ser ve esasî soza xwe da û bi vê rihe çû ser xebatê xwe.
Şehîd Hogir Botan ciwanekî ku di dibistana û zaningeha pergale xwandiye û jiyanê ku hatiye peşwazî kirin li ser bingeha pergala kapitalizmê de ji xwe re qabul nekir û berê xwe da fikir û felsefeya Rêber APO û jiyana komînal. Bi sekna xwe ya şoreşgerî bû peşeng ji bo hemû ciwanan û gelê me re.
Ji bo rast xwedî derketine Şehidên me, pewistiya me bi rexistin kirin û rast kar kirin heye. Şuna her du hevalan divê bi sedan ciwanan dagire da ku silah û xeyalê wan erdê nemîne. Li ser ve esasî em dibejin Şehid Namirin!”
Piştî axiftin sinevizyon li ser jiyana şehîdan hat tamaşekirin û biranin bi sloganên “Şehîd Namirin û Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.