NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK (Yekitiya Ciwanên Welatparêzên Kurdîstan) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Yekîneyên Tolhildana Şehîd Yilmaz Tolhildan di 2’ê Cotmeha 2024’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî bazirganên tiryakê di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” çalakiyek li dar xistin.
YCWK’ê diyar kir ku di daxuyaniyê de madeyên hişbir ên hatine desteserkirin hatine îmhakirin û got, “Em diyar dikin ku em ê li dijî rêbazên şerê taybet ên li dijî ciwanên Kurdistanê her tim têbikoşin û bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku di nava refên têkoşînê de cih bigirin.”