LÛZERN – Di komxebata bi navê “Dayik û Jinên Ciwan” ku ji aliyê endamên Jineoloji Ciwan û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve li bajarê Luzern ê Swîsreyê hat lidarxistin, semînerek li ser bandorên neyînî yên çapemeniya dîjîtal a li ser jinên ciwanan û polîtîkayên şerê taybet çawa bandorê li ciwanan dike, hat dayîn.
Komxebat bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Jinên ciwan û dayikan nîqaşên cuda li ser wê yekê kirin ku ew çawa dikarin xwe zêdetir li hember Polîtîkayên Şerê Taybet biparêzin û çawa pêşî li bandora medyaya dîjîtal a li ser ciwanan bigirin.
Li ser navê TekoJIN’ê Berjîn Zenda di semînerê de axivî û got, “Em weke jin dizanin ku polîtîkayên şerê taybet ên li dijî me di medyaya dîjîtal de an jî li cîhanê bêexlaqî ne, dê rêxistinbûna xwe bidomînin û li her derê li dijî van polîtîkayên li dijî me tên meşandin li ber xwe bidin.”
Berjîn Zenda diyar kir ku jin ancax bi fikrên Rêber APO azad dibe û wiha got: “Em li kîjan welatî bin jî, ew dewlet polîtîkayên şer ên cuda li dijî me dimeşîne û heta ku em dengê xwe nekin û pêşî li wan negirin ev jî normal dibin. Divê em zanibin ku rêxistina xwe li ser vê bingehê çawa bi rê ve dibin,”
Piştî nîqaşan, sînevîzyona li ser bandorên neyînî yên medyaya dîjîtal li ser ciwan û civakê hate nîşandan.
Komxebata “Dayik û Jinên Ciwan” bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.