NAVENDA NÛÇEYAN – MAK (Milîsên Azadiya Kurdîstanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku bi armanca şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê, li Amedê posterên Rêber APO daliqandin û li Dêrikê kamyoneke hevkaran şewitandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê pankarta Rêber Apo daliqandin û li Dêrikê kamyonek şewitandin.
Milîsên me 4’ê Cotmehê bi şev li Taxa 5 Nîsan a Amed Baglarê çalakiyek li dar xistin. Li kolana Sakarya pankarta bi wêneyê Rêber Apo ya bi nivîsa “Tecrîdê bişkîne, Rêber Apo azad bike” hate daliqandin.
4’ê Cotmehê saet 21.30’an li Merdîn Dêrikê hêzên me li dijî qemyonekî çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Kamyona ku hat tespîtkirin aîdî faşîstan e, li ser rêya Merdîn-Rihayê hat hedefgirtin û hat şewitandin. Di encama çalakiyê de kamyon agir pê ket û barê hundirê wê jî hate rûxandin.”