NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir bîlançoya çalakiya meha Îlonê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand.
Li gorî agahiyên ku di daxuyaniyê de hatin dayîn, hat diyarkirin ku di meha Îlonê de 1 Kargeh, 1 Otobusa Rêwiyan, 1 Mînîbus, 1 Park, 1 Xanî û 1 Baxçeyê kesên faşîst û hevkar hatine şewitandin.
Daxuyanî wiha ye:
Ger em naxwazin sedsaleke din jî di bin dagirkeriya Tirkên faşîst de bimînin, li welatê xwe bi nasname û çanda xwe bijîn, divê em dawî li polîtîkayên dagirkeriyê yên faşîst bînin. Dem dema şewitandin û tunekirina hemû faşîst û alîgirên wan e.
Em wan kesên ku wan bi Agirê Tolhildanê şewitandin û wêran kirin silav dikin!
Hûrgulî:
Di 22.09.2024an de li ser rêya Dîlok-Mereşê mal û baxçeyekî faşîstan hatin şewitandin.
Di 23.09.2024an de li Çorluya navçeya Tekîrdagê 1 mînîbusa faşîstan hat îmhakirin.
Di 24.09.2024an de li Edeneyê Pozantiyê 1 Otobus şewitî.
Di 24.09.2024an de li Beylikduzuya Stenbolê febrîqeya ku malzemeyên paqijiyê çêdike hat şewitandin.
Di 24.09.2024an de li bajarê Îzmîr Menemenê parkek hat şewitandin
Li Tekîrdagê Çorluyê di 25.09.2024an de depoya kîmyewî hat şewitandin.