NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Hundir a Hindistanê di doza Dadgeha Bilind de redkirina sucê tecawiza di nava zewacê de didomîne. Ev qanûn ji metingeriya Îngilistanê ve despê dike û di reforma qanûna cezayê ya 2005 de jî naye guhertin. Ji wê demê heta niha qanûnekî ku jinan ji tundiya zewacê rizgar bike tune.
Helwesta hukûmeta serokwezîr Modi bilindbûna kuştin û tundiya jinê di Hindistanê de teşwîq dike. Sûcdar bi gelemperî bi cezayên piçûk têne beraet kirin.
Di Hindistana nû de, serdemek ku tê de serweriya qanûnê demokratîk bi tevahî têk çûye heye. Di heman demê de yekbûnek eşkere ya baviksalarîyê heye. Ev yek herî zêde bandorê li jinan dike.