DRESDEN- Welatparêzê Kurd Alî Akyuz, bavê Şehîd Agir Adar (Delîl) û Şehîd Bawer Agir (Ahmet Akyuz) e ku bi hev re beşdarî têkoşîna azadiyê bûne û di dîrokên cuda de şehîd ketine.
Şehîd Bawer Agir 2019’de li şerê Girespî de di encamê bomberdimana dewleta tirk a dagirker de şehîd dikeve. Şehîd Bawer Agir roja beşdarbûyîna xwe heta roja şehadeta xwe di nav kar û xebatên Komalên Ciwan de cîh digre û gelek ciwanan re dibe mînaka kesayeta şoreşgerî.
13’ê Cotmehê salvegera 5’emin şehadeta Şehîd Bawer Agir e. Ser vê esasê bavê şehîd Bawer Agir (Alî Akyuz) ji ajansa me re qala zarokatî û kesayeta şehîd Bawer Agir kir.
”Heval Bawer di nav malbatek welatparêz de çavê xwe li dinyayê vekir. Zarokatîya xwe de tiştek ecêp jîr bû, jêhatî bû, dev li ken bû. Hertim dikenîya, pir delal bû. Malbat tev zêde jê hezdikir. Bi Heval Bawer re ne weki bav û lav em bi hevdu re mezin bûn, em wekî heval bi hev re mezin bûn. Em rojek ji hevdu aciz nebûn.
İnsanekî alikar bû, dixwast alîkarîya herkesê bike. Heşt zarokê min hebû, Bawer ê çara bû. Lê belê heskirina Bawer ya teva bilindtir bû. Ji ber ku insanekî pir delal û pir zane bû. Çû zaningeha bilind, Enqere Fakûlteya Zanista Siyasî dixwend. Di ber de kar û xebatên xwe jî dikir. Di sala sêyemin de ket zindanê. Di zindanê de jî berxwe dida, demekî kin di zindanê de ma, nêzika salekî û derket dîsa kar û xebatên xwe berdewam kir. Demekî kurt çû mektebê û dev ji mektebê berda. Bi temamî xwe da kar û xebatan. Ji wê pê de êdî em ji hev qût bûn.
Heval Bawer û birayê xwe ( Şehîd Agir) rojek li Enqere tevlî bibûn, haya me jê tune bû. Heval Bawer sekna wî net bû. Ger gotinek bikira insan wekî navê wî jê bawer bû. Ji ber pir pêşketî bû, jîr û zana bû. Di kar û xebatê xwe de biçûya ku derê, herdemê divê serkeftî bibûna. Yanî bin ketin di jiyana wî de nedibûn. Dema zindanê de bûn hevalên ku ba wî ne ,demekî kurt de wan hînî Kurdî jî kiribû. Hevalên wî dema derketin dadgehê, li pêşberî dozger gotin ”Em Tirkî nizanin, em dixwazin xwe bi zimanê dayikê xwe ifade bikin.”
Vê dawîyê piştî şehadeta wî me bihîst di kar û xebata xwe ya nav partîyê de jî emrekî kin de jîyanek gelek tijî jîyan kirîye. Xebatên gelek kûr û hûr meşandîye. Ji ber van xebatên wî ez pê serbilind im. Di nav partîyê de, di nav Komalên Ciwan de di mertebeya herî bilind de kar kir. Û karê xwe serkeftî birêvebir ku ez gelek pê serbilind im. Min dixwest sax bibûna, heger sax bibûna wê gelek qencî û xebatên wî ji bo partîyê çêbibûna. Heya şehadetê jî xebatê Komalên Ciwan de bû û ciwanan jê hezdikir. Dixwest xwe bigihêjîne her çar parçê Kurdistanê. Ku derê pêwist bikira baz dida digot ez ê herim wê derê.
Dema Şerê Efrînê derket got ezê herim Şerê Efrînê. Li Hewlêrê Asayîşa Mala Berzanî li van dabûn, bi guleya doçkayê birîndar bibû. Şeş heyva di nexweşxanê de mabû. Nesîp nebibû ku biçe Şerê Efrînê. Ji tevlîbûna wî heya şehadeta wî em qet hevdu re neaxivîn. Piştî şehadeta wî haya me ji van tiştan çêbû.
Duvre berê xwe dayê Kobanê. Li Kobanê Şerê Girêsipî û Serekanî de çûye Girêsipî. Ketîye herî pêşî û gotîye ” Cîhê ku ez li wê bim, heya dawîya xûna xwe ez nahêlim dijmin debasî Kurdistanê bibe.” Hevalên wî digotin kesekî nekaribûye wî derbas bike. Rojek di rê de hevalê wî birîndar dibe û vedigere ku hevalê xwe xilas bike. Diçe hevalê xwe li pişta xwe dike, qederekî wî tîne. Jor de teyare bombe diavêje van û herdu jî şehit dikevin.
Helbet şehadet pir zor e. Mirov parçeyek ji canê xwe bide pir zor e. Lê belê ev heye; armanç mezin e. Dema ku armanç mezin be sed şehadet jî çêbin, hezar û deh hezar şehadet jî çêbin herkes wek min e. Ji ber ku armanç mezin e, armanç xelasîya gelekî ye, xelasîya welatekî serbixwe ye, xelasîya azadîyê ye. Serkeftin heye di pêşîyê de. Ji ber wê şehadet nayê bîra mirov. Dema serketfin di pêşîyê de be mirov şehadeta dide rêza duyemîn ji ber ku armanç gelek mezin e. Ji bo wê jî tiştê ku dikeve ser milê me em di şopa wan de biçin, em doza wan bînin cîh. Welatek azad ku wan xeyal dikir li ser me maye, em berdewam bikin û xeyalê wan bi cih bînin.”