NAVENDA NUÇEYAN- Têkildarî hemleya “Dema Tolhildan e” ku bi pêşengiya KCR’ê di 15’ê Îlonê de hatiye destpêkirin, endamê Fermandariya YRK’ê Şoreş Alan bi taybet di derbarê erk û berpirsiyariyên ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û hemû ciwanên Kurd ji ajansa me re axivî.
Alan diyar kir ku li her derê li dijî gelê Kurd êrîş tên kirin û tecrîdeke giran li ser Rêber APO tê meşandin û got, “Rêber APO me kir xwedî nasname, ji ber vî xwedî derketina Rêber APO xwedî derketina nasnameya ciwanti ye. Her ciwanê Kurd berpirsyare kû bênavber û bêwestandin ji bo Rêber APO têkoşîn bide meşandin”
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan diyar kir ku êdî dema tevlîbûna ciwanên Kurdistanî û Îranê ya li nava refên gerîla ye û got, ” Dema Tolhildan e ji bo kû em nîşan bidin em jiyanêk azad dixwazin. Em dibêjin ‘Dema Tolhildan e’ ji bo kû li ser axa welatê xwe ya azad bi Rêberê xwe re azad bijîn. Em banga Ciwanan dikin her gencek weke erkekê exlaqî, ronakbîrî û welatparêzî werin tevlî ev qonaxê bibin. Li dijî siyaseta tesfiyekarî û qirkirin biseknin û têkoşîn bikin.”
Ciwanên Hêjayê Kurdistanê silav ji we re ;
Em hêvî dikin hemû demên we tijî ji kêliyên serkeftî be. Ciwanên hêja îro li Kurdistanê têkoşînek bêberanber rêve diçe. Li her derê li dijî destkeftiyên gelê Kurd êrişên bênavber tê meşandin. Dijminên gelê Kurd û tevahî gelên bindest dixwazin bi temamî gelê Kurd talan û tesfiye bikin. Ev xebatê kû bi sedan sale bi renc û xwîna ciwan û şehîdên Kurdistanê hatiye bidestxistin îro hedefa dijminê de ye. Taybetî ev konsept li ser jin û ciwanên Kurd tê ferz kirin. Taybetî jî roja me ya îro ev bi salane tecrîdek pir giran li ser Rêberê me, Rêber APO rêve diçe. Rêberê kû ji bo pêşxistina xebatê azadî û demokrasî li Kurdistanê tevgerek bi rihê ciwantî destpê kir. Di heman demê de destnîşan kirin kû me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwantî ser bikevin. Di heman demê de tevgerek ciwan pêş xist. Li ser vê bingehê jî dijminên neyarê Kurd li hember Rêber APO tecrîdêk pir dijwar rêvedibin. Li hember viya jî gelê Kurd bi pêşengtiya jin û ciwanan û gerîlayên azadiya Kurdistanê têkoşînêk bêhempa didin meşandin.
Yê kû weke mamosteya jiyanê her tiştî nîşanê me da, em çawa jiyan bikin û me kir xwedî nasname, erd û dîrok, Rêber APO bû. Ji ber vî em pêwîste li Rêber APO xwedî derbikevîn û bizanibin kû têkoşînêk bê Rêber APO bê wata ye. Ji ber kû Rêber APO bi xerîte rêya çewa bijî jiyana rast nîşana me kir. Êdî em xwedî rê û rêbaza têkoşîn û nasname ne. Rêber APO me kir xwedî nasname, ji ber vî xwedî derketina Rêber APO xwedî derketina nasnameya ciwanti ye. Her ciwanê Kurd berpirsyare kû bênavber û bêwestandin ji bo Rêber APO têkoşîn bide meşandin. Heman demê pêwîste ciwanên Kurd bi hemû rê û rêbazê li hember dagîrkeriya Kurdistanê serî netewînin û li dijî politîkaya sîxur kirin a dijmin serî rabikin.
Dijmin naxwaze yek ciwan bihêle ger hebe jî ew pêwîste weke berê xizmeta dagîrkerî bike. Ev rêye kû dijmin daye pêşiya ciwanên Kurd. Dijmin bi rêya madeya hişber û fuhuş dixwaze ciwanan bixe bin kontrola xwe û bê îrade bike. Ciwanên Kurd lazime weke gerîlayên azadiya Kurdistanê di nav şerek bêhempa li dijî dijminê xwînxwar bin. Ciwan pêwîste tenê parastin neke ,pêwîste êdî êriş bike. Parastina herê bihêz êrişe. Ciwan pêwîste ji rola xwe ya pêşengtî a dîrokî weke berê xwedî derbikeve. Çewa di komploya navnetewî a 1999 ciwan bi biryar û bawerî têkoşîna herê bi bandor lidar xist, roja me ya îro jî pêwîste li dijî dijmin şer bike. Pêwîste weke dînamîzma şoreşê di nav liv û tevgerê de be.
Ciwan hêza şoreş û hêza azadiyê ye. Taybetî jî di dû salê derbas bûyî de bi têkoşîna xwe ya bênavber li hember dijmin îradeyek dîrokî nîşan kirin. Ciwan û jinên Ciwan sîstema dagîrkerî û dîwarên vî bi rola pêşengtî û têkoşîna xwe hejandin. Ew nîşan dan kû hêza nekeftî ne. Ciwan û jinên Îranê li hember politîkaya çewisandina dijmin bi bawerî, bi hêza xwe kolan kirin cihê hesab xwestinê. Kolan kirin saheya Tolhildanê. Îro em pêwîste sengera xwe ya têkoşînê xurttir û mezintir bikin. Îro saheya têkoşîna me firehtir bûye. Heya azadî û serkeftinê emê bi rihê ciwantî û pêşengtiyê gavên mezin bavêjin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çewa kû ji tevahî gelên Îranê re di şoreşa Jin Jiyan Azadî de pêşengtî kirin. Îro jî her derê cîhanê ev berxwedan ji zîndanan heya kolanan deng ve dide. Bi rihêk fedayî serî hildidin, lê serî natewînin. Ciwanan her cûre îşkenceya tehemol dikin lê ji bo kêliyek jî teslîmiyet qebûl nakin û bi rih û îradeya ‘berxwedan jiyan e’ têkoşîna xwe digihnin asta zîrveyê. Îro êdî dema vî hatiye kû ciwanên Kurdistan û Îranê ref bi ref tevlî nava refên gerîla bibin. Li hember dagîrkerî li her çar perçeya Kurdistanê dema têkoşîn û şer e. Çek rakin, rêxistinbûna xwe bi hêztir bikin. Dema Tolhildan e ji bo kû em nîşan bidin em jiyanêk azad dixwazin. Em dibêjin ‘Dema Tolhildan e’ ji bo kû li ser axa welatê xwe ya azad bi Rêberê xwe re azad bijîn. Em banga Ciwanan dikin her gencek weke erkekê exlaqî, ronakbîrî û welatparêzî werin tevlî ev qonaxê bibin. Li dijî siyaseta tesfiyekarî û qirkirin biseknin û têkoşîn bikin.
Em bawer dikin ciwanên Kurd bi rihê tole û tolhildan li hember dagîrkeran bi îradeyek serkeftî raweste û ji hemû ciwanên Kurdistanê serkeftin dixwazin.
Li ser vê esasê jî em dibêjin, Bijî Bijî Rêber APO, Bijî Ciwanê Kurd, Bijî Şoreşa Jin Jiyan Azadî