ŞEHBA- Bi boneya 26. salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO, endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Ahdas a Şehbayê semînerek li dar xist.
Semînera ku nêzî 15 jinên ciwan beşdar bûn li Parka 4 Nîsan hate lidarxistin. Beriya semîner dest pê bike, li ser rastiya komployê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Emîne Ehmed axaftinek kurt kir.
Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê çawa dest pê kir û ji aliyê kîjan dewletan ve hate kirin. Emîne Ahmed her wiha bal kişand ser çalakiya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ku li dijî komploya ser Rêber APO, bi Şehîd Halîd Oral destpê kir û got, “Em bi rêzdarî li ber bîranînên hemû têkoşerên ku li dora Rêber APO bûne xelaka agir, serê xwe ditewinin û wan bi bîr tînin.”
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan piştî bidawîkirina axaftina xwe hemû beşdaran dawetê deqeyek rêz girtin ji bo giyanê şehîdan kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê semînerek li ser rastiya komployê ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Sîdra Yûsif ve hat dayîn. Di semînerê de bal hat kişandin ser berxwedana bêhempa ya ku Rêber APO li dijî komployê nîşan daye. Her wiha hate gotin ku divê paradîgmaya Rêber APO ya ku di encama vê berxwedana bêhempa de li hemû cîhanê belav bûye bê hembêzkirin û li dora vê paradîgmayê têkoşîn bê kirin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO bê misogerkirin.
Piştî semînerê jinên ciwan sînevîzyona li ser pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê temaşe kirin.
Semîner bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmralî” û “Bimre dagirkerî” bi dawî bû.