PARÎS – Li banliyoya Grigny ya paytexta Fransa Parîsê, ciwanan komploya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêber APO de hatiye kirin, bi meşeke meşaleyî protesto kirin. Ciwanan ji Komeleya Çanda Kurd a Grîgny dest bi meşê kirin û heta şaredariya Grîgny meşiyan.
Piştî meşa bi alên Rêber APO, ala PKK’ê û meşaleyan, li dijî komploya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek hat dayîn. Ciwanan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi daxuyanî kirin.
Di serî de li ser navê Meclisa Giştî Adil Botan axivî û got, “Jiyana bê Serok ji bo me heram e û em vê rewşê ti carî qebûl nakin. Ji ber vê yekê berpirsyarê herî zêde li hember Rêbertî ciwanên Kurd in.”
Piştre li ser navê ciwanan Şervan Wan axaftinek kir û bal kişand ser armanca Komployê û got, “Em ê weke ciwan li dora Rêbertî bibin yek û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bi şîara ‘Me ciwan dest pê kir, em ê ciwantî bi ser bikevin’ heta serkeftinê bimeşin.”
Şervan Wan di berdewamiya axaftina xwe de got, “Rêber APO bi berxwedana bi heybet a li Îmraliyê komplo têk bir, emê jî wek ciwan heta ku ji hemû dewletên komploger hesap bipirsin em ê li dora Rêberê xwe çembera agir ava bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji hemû dewletan hesabê komployê bipirsin.”
Piştî axaftinan ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan Fedaiyê Rêber APO Ne” dawî li meşê anîn.