ŞEHBA- Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrîn û kantona Şehbayê, 29 şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn û di şerê li dijî madeyên hişberê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibûn şehîdxistin, bi bîr anîn.
Di çalakiyê de rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftinek kir û tê de soza parastina civakê ji madeyên hişber û şerê taybet da û da diyar kirin ku wê ewlekariya civakê êk bînin û jiyanek aram ava bikin. Her wiha di axaftin de soza şopandina xeyalên şehîdan hat dayîn.
Her wiha di daxuyaniyê de êrîşên li ser hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin şermezarkirin.
Çalakiya bîranînê bi pêxistina mûm li ser gorên şehîdan, bi dawî bû.