SINÊ- Weke ku tê zanîn di 15’ê Îlonê ya salvegera Serhildana “Jin Jiyan Azadî” û salvegera şehadeta endamê Kordînasyona KCR’ê Şehîd Tolhildan Qendîl, KCR’ê bi dirûşmeya “Dema Tolhildanê” çalakiyek li dar xist.
Li ser vê bingehê Însiyatîfa Ciwanên Tolhildêr li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li ser Rêber APO çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan di çarçoveya pêngava ji bo “azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd” de posterê Rêber APO daliqandin.
Ciwanan anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO teqez nebe ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.