HELEB- Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya pêncemîn salvegera şehadeta Hevrîn Xelef kampanyayek ji bo belavkirina broşuran li dar xist.
Di çarçoveya kampanyayê de broşur li sazî, navendên ciwanan, partiyên siyasî û şêniyên her du taxan hatin belavkirin û li ser jiyana şehîd Hevrîn Xelef û têkoşîna wê seknek hate nîşandan, ku şehîd Hevrîn hemû hewlên xwe ji bo belavkirina bêhna Yasemîn li seranserê Sûriyê terxan kir, û xwe ji bo xatirê welat û gelê xwe feda kir.
Di broşûrê de gotinên navdar ên şehîd Hevrîn jî hetibûn nivîsandin, têkoşina wê, û destkeftiyên ku wê ji bo gelê xwe bi dest xistibû, ku eger destên xiyaneta di dema êrîşên dewleta Tirk a li dijî herêmên Serê kaniyê û Girê sipî bi ser wê û rêhevalên wê de nehatibûya, dê berdewam bibûna.
Ev kampanya di çarçoveya bîranîna şehîdan û hişyarkirina pirsgirêkên ciwanan û neteweyî de hat belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku serkirdeyê Ehrar El-Şerqiyê Ebo Hatêm El- Şeqra ku bi destê wî Ş. Hevrîn Xelif hatibû şehîdxistin, tevî cezaye Emrîkayê li dijî wî, heya niha di bin sîwana dewleta Tirk a dagirker ve tev digre, bê ku tu kes lêpirsînê jê bike û were cezakirin.