ŞEHBA – Îro li navçeya Ehdas ya kantonê Şehbayê bi dehan ciwanan li hemberî komployê navnetewî li ser Rêber Apo kom bûn.
Di serî de deqayekî rêzgirtin li ser giyana şehîdên şoreşê hat girtin. Bi beşdarbuyina dehan kes niqaş û sohbet hat kirin li ser esasê naskirina pergalê tecrîdê û işkence ya ku 26 sal in tê meşandin li girtîgeha girava Îmrali. Di heman demê de tekoşîn û berxwedana Rêber Apo li dijî komployê navnetewî û hezên komploger hat niqaş kirin.
Di dawiyê nîqaşên de sînevizyonekî li ser jiyana Rêber Apo, komplo navnetewî û berxwedana Îmrali hat temaşekirin. Çalakî bi berzkirina sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Imrali” bi dawî bû.