NAVENDA NÛÇEYAN – Weke ku tê zanîn di 15’ê Îlonê ya salvegera Serhildana “Jin Jiyan Azadî” û salvegera şehadeta endamê Kordînasyona KCR’ê Şehîd Tolhildan Qendîl, KCR’ê bi dirûşmeya “Dema Tolhildanê” pêngavekî nû da destpêkirin.
Li ser vê bingehê Înîsiyatîfa Ciwanên Tolhildêr û Jinên Ciwanên Tolhildêr bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO li bajarên Sine û Mehabad ên Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya Pêngava”Dem Tolhildanê” de li gelek noqtayan wêneyên Rêber APO daliqandin.
Di çalakiya li Sine de jinên ciwan diyar kirin ku ew beşdarî pêngava “Dema Tolhildanê” bûne û gotin, “Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku tola hemû jinên ku ji aliyê pergala baviksalarî ve hatin qetilkirin hilînin.”
Ciwanên ku li Mehabadê çalakî pêk anîn gotin, “Em bang li hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku pêşengtî ji bo pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin re bikin.”