NAVENDA NÛÇEYAN – Di 20. salvegera komploya 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk a faşîst, dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi hezaran welatiyên bajarê Serêkaniyê ku 5 sal in di bin dagirkeriya çete û dewleta Tirk de ye, koçberî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. Yek ji wan kesên ku neçar ma koç bike endamê Komîteya Ciwanên PYD’ê ya Serêkaniyê Mihamed Haco ye.
Mihamed Haco bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Serêkaniyê ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî. Haco di axaftina xwe de xîtabî ciwanan kir ku civakek ji bo jiyanê pêwîstî bi hêza ciwanan heye.
Endamê Komîteya Ciwanên PYD’ê Mîhamed Haco ku bi şermezarkirina dagirkeriya faşîst û dagirker a dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê dest bi axaftina xwe kir û got, “Tevî ku ciwanan li hemberî van êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dan, lê mixabin rîşa dagirkeriyê di encama biryara dewletên navneteweyî de bû ji ber wî sedemê bajarê Serêkaniyê hate dagirkirin.”
Haco da zanîn ku dema êrîş li bajarê Serêkaniyê hat kirin ew jî amade bû û got, “Me rastî dît ku ciwanên li vir heta dawiyê li ber xwe dan û nexwestin Serêkaniyê biterikînin û li ser vê bingehê me bi dehan hevalên xwe yên ciwan wir şehîd da.”
Mihamed Haco diyar kir ku rêya Serêkaniyê dê bi ciwanan re derbas bibe û got, “Belê, em ê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin, çi dibe bila bibe, em amade ne. Em weke ciwanên Serêkaniyê ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û mêtinger çi ji me were xwestin em amade ne ku bikin.”
Haco diyar kir ku civak bi hêza ciwanan dikare hebûna xwe pêk bîne û got, “Ciwan dikarin ewlehî û azadiya civakê pêk bînin. Di heman demê de dikare herêmên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin azad bike.”
Haco da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst, dagirker bi hemû teknîka xwe ya pêşketî li ber çavê cîhanê êrîşî zarok, jin û gelan dike û qetil dike û wiha got: “Cihan li hemberî vê yekê bêdeng ma, lê divê em ji xwe bawer bin û ji hêza me bawer bin.”
Haco diyar kir ku divê ciwan li ser vê bingehê beşdarî çalakiyên siyasî, civakî û leşkerî bibin û got, “Em ji vir ji dewleta Tirk re dibêjin. We dagir kir jî wê ciwan bi ked û têkoşîna xwe Serêkaniyê azad bikin.” wî got.
Endamê Komîteya Ciwanên PYD’ê Mihamed Haco di dawiya axaftina xwe de xîtabî ciwanan kir û got, “Eger em bi ruhê APO tevbigerin, bi rastî tiştekî ku em bi dest nexin nîne.”
Haco anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî têkoşîna gel û ciwanan qels e û got, “Em ê bi xebatên ku em ê di demên pêş de bimeşînin, 9’ê Cotmehê bikin roja azadiya Serêkaniyê û Ocalan. Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya ti bajarên dagirkirî pêk nayê.”