BELLÎNZONA – Li Bellînzona paytexta kantona Tîcîno ya Swîsreyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk a Ticono, di çerçoveya hamleya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de li dijî Komploya Navnetewî çalakiyek li dar xist.
Meşa ku ji ber Peykerê Azadiyê yê Bellînzona destpê kir, bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” heta parka Via Dogana dewam kir.
Di çalakiyê de pankarta “Liberta Per Öcalan Soluzione Per La Questione Curda” (Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî) û alên PKK, KCK û YPG’ê hatin vekirin.
Bi dehan tevgerên sosyalîst piştgirî dan meşa li parka Via Dogana, ku li ser tecrîda girankirî ya mutleq a Rêber APO û 43 meh in agahî ji Rêber APO nehate girtin.
Ciwanên ku soza berdewamkirina çalakiya xwe ya heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO dan, bi dirûşme û tilîliyan dawî li çalakiya xwe anîn.
Her wiha ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin bangawazî hate kirin.