ŞEHBA- Îro li kantonê Şehba bi hezaran gelê Efrîn û şêniyên Şehba, Şehîd Zelal Efrîn, Mazlûm Entap, Alavf Murad ê ku di êrîşa Dewleta Tirk a dagirker de di 9’ê Cotmehê de şehîd ketibûn, di heman demê de Şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê ( HRE ) Zindan Efrîn li goristana Şehîd Zozan amanos oxir kirin. Di merasîmê de soza tolhildan û dewamkirina tekoşînê hate dayîn.
Li ser esasî vê soze piştî merasima şervanên azadî ciwanan û gel pişta xwe da kaygaye Rusî ku nezi kampa berxwedan xwe bi cih kirine. Ji ber ewlekariya qda hawaya Bakur û Rojhilata Suriye di bin kontrola hezê Rusî de ye, ledana keşifa Tirka tê wateya organîzekirina hezê Rusî. Di heman demê de yek ji hezên ku li ser komplo navnetewî de rolek mezin listiye, disa dewleta Rus bû. Rusya îro jî rola xwe ya komplogerî hemberî iradeya gel û azadî hin dilize.
Bi sedan ciwan û gelê Efrînê li hemberê xeta îxanet û komplogeran li peşiya kaygeya Rûsya kom bûn û bi sloganên “Şehîd Namirin” û “Întîqam” bertekê xwe nîşan dan. Her wiha ciwanan bi avetina kevir ser askerên Rus ku ji tirsa xwe re reviyan jî helwestê xwe raber kirin.