BORDEAUX- Bi pêşengiya TCŞ’ê li bajarê Bordeaux ê Fransayê ji bo Şehîd Andok Tolhildan, Şehîd Rûstem Serhed û Şehîd Hogir Botan çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîn di şexsê 3 gerîlayên şehîd de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir û sînevîzyona ku jiyana her sê şehîdan vedibêje hate pêşandan.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê beşdaran bi yek dengî dirûşma “Şehîd Namirin” qîriyan. Piştre li ser navê TCŞ’ê Adar Serhed axivî, pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe nirxand.
Serhed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku şehîdên Kurdistanê nemir in û mîrateya ku ji wan hatiye hiştin wê heta dawiyê ji aliyê ciwanan ve zindî bimîne.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” “Şehîd Namirin” bi dawî bû.