BERLÎN – 31. Festîvala Huseyîn Çelebî ya bi pêşengiya ciwanên endamên JXK û YXK’ê li bajarê Berlînê yê Elmanyayê dest pê kir.
Festîvala Huseyîn Çelebî ku ji sala 1993’an û vir ve her sal bi coşeke mezin tê lidarxistin, îsal jî bi tevlîbûneke mezin dest pê kir. Îsal wê di çalakiyê de çîrok û helbestên bi zaravayê Soranî û Kurmancî yên Kurdî û bi zimanê Farisî, Tirkî û Almanî bên pêşkêşkirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî kêliya rêzgirtinê sînevîzyona ku beşên jiyana Huseyîn Çelebî vedibêje hat pêşandan.
Di axaftina vekirinê ya li ser navê JXK’ê de hat destnîşankirin ku Huseyîn Çelebî bi avakirina YXK’ê pêşengtiya rêxistina xwendekarên Kurd kir. Hat diyarkirin ku par cara ewil Festîvala Huseyîn Çelebî bêyî bavê wî Rifat Çelebî hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Dibe ku roj ava bibe, roj bibe şev, her kes bibêje mirine, lê ez qet nabêjim. !” Hat diyarkirin ku di têkoşîna me de jiyana xwe domandiye, bi beytên xwe hatiye bibîranîn. Di axaftinê de hat gotin ku ji bo parastina nasname, ziman, wêje û çanda Kurd bi ruhê xwendekar ê şoreşger em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha bal hat kişandin ser êrîşa polîsan û êrîşa faşîstan a li dijî Komeleya Çanda Kurd a Berlînê çend roj berê. Her wiha di axaftinê de bal hat kişandin ser girîngiya rola jinên ciwan ên Kurdistanê di parastina çandê de. Axaftin bi gotina Rêber APO ku dibêje, “Êdî ti hêz wê nikaribe ziman, nasname û çanda me înkar bike.” bi dawî bû:
Piştî axaftina vekirinê bîranînên hevalê Şehîd Huseyîn Çelebî Bîlgîn Kiliç ên li ser Huseyîn Çelebî hatin xwendin.
Piştî bîranînên Bîlgîn Kiliç, hunermend Talat Yeşîl derket ser dikê.
Piştî konsera Talat Yeşîl, di beşên Almanî û Farisî de xelatên serketiyan hatin dayîn.
Yên serketî wiha ne:
Farsî
Metîn Haşimî – Tevgera Ciwanên Sivîl li Rojhelatê
Çîroka Almanî
1. Lûqa – Hevalek vedigere
2. Helin Kurt – Li odeya acîl
3. İlhami Akter – Travmaya dêrîn
Helbesta Almanî
1. Eylem Kahraman – bîhnxweşiya darê şêrîn
2. Ez Çi qas Rûm im – Stenbol
3. Eren Candemir – Berxwedan – Evîn & Hevgirtin
Piştî ku xelat di beşên Almanî û Farisî de hatin dayîn, şanoyêk hat pêşandan.