REQA- Şêniyên Kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî şervanê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ehmed Mehmûd Elî yê ku 11ˈê Cotmehê li ser erka xwe li Dêrazorê şehîd bûbû oxir kir.
Merasîma oxirkirinê ku li Pakrewangeha gundê Hikumiyê hatibû lidarxistin bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir. Piştre ji rêveberên HPCˈê Ehmed El Semo axivî. El Semo di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: “Gelê ku şehadeta di rêya azadiya welat de pîroz dibîne wê bi ser bikeve. Em soz didin şehîdên xwe yên leheng em ê heya serkeftinê meşa şoreşê bidomînin.”
Hevsrokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb Tirkan jî sersaxî ji malbata şehîdan re û soza şopandina xeta şehîdan da. Tirkan îşaret pê kir ku projeya demokratîk ku li herêmê hatiye pêkanîn berhema keda şehîdan e.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.