NAVENDA NÛÇEYAN–
2014’an cara duyemîn dema em çûn Botanê, em li Herekolê man. Yekîneyên me yên parastina cewherî ya xwecihî hebûn. Em kêleka Herekolê li aliyê Çemê Karê bûn, li wir du yekîneyên me hebûn yek yê hevalên jin û yek jî yê hevalên xort bû. Ez jî piştî demek dirêj nû çûbûm Botanê, beriya wê jî ez çûbûm Herekolê ev cara duyê bû ez li Herekolê lê vê carê rewş hinekî cûdatir bû lê dîsan jî hirç wekî berê hebûn. Navbera me û hirçan pir nexweş bû, ji ber ku hirç her şev dihatin tiştê me dixwarin û sizma dikirin.
Rojekê mêvanên me hatibûn em çûn jêrê gel wan hevdîtinek yê me hebû, ji ber ku yên vê xebatê dikirin kêmbûn ji ber wê em û hevalên xort kes ne li nuqtê bûn. Di nuqtê me û ya hevalên xort de jî erzaq hebûn, di wê pêvajoyê de rewş pir cûda bû ne wek berê bû. Yanî hatin û çûyîn hebûn. Tê zanîn Herekol bintehtin, me binteht ji xwe re kiribûn nuqte.
Êvariyekê hevalên xort diçin nuqteya xwe heval şehîd Ronî Denîz Îlerîlî hebû ew di pêvajoya xweseriyê ango di pêvajoya YPS’ê de li Sêrtê şehîd ket, her wiha heval Rênas hebû, we jî pişter hat li Zagrosê şehîd ket wê demê ew jî di yekîneyên xwecihî de xebatên parastina cewherî dida meşandin. Me jî her tim behsa hirçan dikir, me digot nuqteyên xwe dîqat bikin ku hirç li Herekolê pirin, ji ber ku li navsera Herekole hevalan pir behs dikirin digotin hirç ketine nuqteyan û hwd ji ber wê hevalan her tim pusu li pêşiya hirçan didanî û carnan hirç dikuştin me wisa henekê xwe li hev dikirin. Lê rastî jî êvariyekê heval Ronî û heval Rênas wana diçin nuqteyê, nuqteya wan li jora cihê me yê hevdîtinê bûn. Em diçûn wir me hevdîtinên xwe çêdikir. Dema heval êvarî diçin nuqteyê, meyze dikin nuqteya wan tar û mar bûye, hirç ketiye mûtfaqa wan yê ku xwariye jixwe xwariye û yê din jî gel xwe biriye nuqte jî qirêj kiriye û çûye.
Çawa ku heval viya dibînin pir hêrs dibin, lê tiştekî ku ji destê wan were tinebûn welhasil çûn ser cihê xwe razin. Heval Ronî jî çû biçe ser cihê xwe meyze kir ku li ser cihê wî hirmiyek mezin hey, mirov dibêje ka yekê bi taybet daniye ser cihê wî rûdine û dihizire piştî ku ew çûye gorevê kesek li nuqteyê nebû û wî bixwe jî ew hirmî nedaniye ser cihê xwe. Piştre dizane tenê hirç hatiye nuqteyê, her tişt tevlîhevkiriye yê ku xwariye jixwe xwariye yê mayî jî wek fêkî û sewze hemû perçiqandiye, tevlîhevkiriye û yê din jî gel xwe biriye tenê hirmiyek datîne ser cihê heval Ronî. Piştî ku bû sihar heval Ronî ji me re behsa kir û got; dema ez çûyîm ser cihê xwe min dît ku hirmiyek li ser cihê min e. Min pir mereq kir çima hirmî û çima cihê min? Nizanim vê hirçê peyamek bû da min, yan jî gotiye min hemû xwariye lê ji bo dilê te ji min nemîne min hirmiyek ji bo te jî hiştiye.
Got dema hirç ketî nav tiştên me ez pir qehirîm, lê piştî ku min hirmî li ser cihê xwe jî dîtî ez keniyam ji ber ku pir komîk bû. Min pir meseleyên hevala û hirçê bihîstî bû, lê ne di vê astê de jî min bawer nedikir ku hirç tiştekî wisa dike. Welhasil bi vî awayî behsa bîranînên xwe yên li gel hirçê kirin, me jî henekê xwe lêkir.
Me got; hûn li nuqteyên xwe xwedî dernakevin, we bi wijdana hirçê ve hiştiye hirç jî ketiye nuqteya we. Ji ber ku dema hirç ketî nuqteya wan, ew hatibû nuqteya me xwarinên taştê û erzaq xwestin me da wan, ji bo wê gotin înşalaha rojekê hirç bikeve nuqteya we jî û hûn hewceyî me bibin, em jî henekê xwe li we bikin. Me jî got em nahêlin hirç bikeve nuqteya me û me erzaqên xwe hemû bi tehtê ve kiriye zû bi zû nikare bikeve nuqteya me. Navê wan hirçin nediyare wê kengê çibikin.
Welhasil heftiyek derbazbû yan derbaz nebû tam nayê bîra min ez û hevalekî em di mangê de bûn, manga me jî bintehtek bû me naylon pêdekiribû û me yaxmurlikek jî ber derî ve kiribû, lê mutfaqa me bi qasî 5-6 metre ji me dûr bû ew jî bintehtekbû me hemû erzaqên xwe bi tehtê ve daliqandibû. Li kêleka manga me bintehtek din hebû, me herdûyan jî çanteyê xwe danîbû wir. Ji ber ku payîz bû şevê pir mij bû, hirç jî pir derdiketin li Herekolê pir gûr jî hebûn. Me jî di pişt perdê de fener pêdixist, ji ber ku hirç ji ronahiyê ditirsin ji bo wê me jî digot dema hirç perdê veke bitirse ku nekeve nuqteya me. Ji bo em vala dernekevin, ji ber ku me carekê henekên xwe li hevalên xort kiriye ji bo wê jî me digot pêwîste em pir bi baldarbin ku hirç nekve nuqteya me jî.
Şevekê demjimêr derdora 12-1 bû ji xwe xewa min jî pir sivik bû, wele min bihîst ku dengê xişte xişt, teq û teqekê tê min got enceq ev deng yê hirçê ye ji ber ku ev dengê wisa ji gûran nayê. Min texmîn kir gelo ev hirçe? Min banî hevala kêleka xwe kir, min got rabe hirç ketiya nuqteyê ji ber ku xewa wê pir giranbû ne rabû. Min got beriya ku were hindir ez meyze bikim eger hirç be ez lêbidim. Herî kêm ez bikevim peyde ji bo nuqteyê zêde tevlîhev neke. Min çeka xwe girt û ez derketim. Dinya pir tarî bû û mijek ne normal jî hebû, wê êvarê jî heta ber siharê baran dibariya her halde hirçê jî ev yek wek firsend dîtibû hatibû. Çawa ku ez derketim, hirç jî li ber tehta ku çanteyên me lêbû reviya ez ketim pey lê ez pêre negihiştim min çend mermî peyde avêt min got eger lê nekeve jî bila bitirse welhasil dûrket. Ez çûm hindirê mangê min dîsa banî heval kir nerabû. Min fenera xwe anî, ji ber ku dema ez derketî min fener gel xwe ne anibû. Me ji derve zû bi zû fener pênedixist ji ber ku pir tarî bû, jixwe dinya mij û baran bû.
Ji ber nuqteya me jî ne diket li berî ti cîhazan û keşîf jî nebû min fener girt yekser mûtfaq hat bîra min, Ji xwe çante hîç ne li bîra min bû. Ez çûm mûtfaqê, dibêjin ya xwezî min nedîtibûya tiştek di mûtfaqa me de nehiştibûn. Me mûtfaqa xwe xweşik çêkiribû, ew tiştên ku me bi tehtê ve daliqandî, hirçê hemû rakirine erzaq merzaq, fêkî hemû perçiqandibû yê xwarî xwaribû û yê mayî jî hemû tevlîhevkiribû. Diyar dibû ku ne hirçek bi tenê bû dibe ku bi kudikê xwe ve hatibin yan jî malbat jî anibin. Tişta herî balkêş çibû? Me bi zorê xwe xwar dikir heta em diketin mûtfaqê de, ew hirça mezin çawa ketiye mûtfaqê de me hêjî fêmnekiriye.
Wê şevê tiştekî ku ez bikim nîne nikarim wê şevê kom jî bikim tariye bi fenerê jî nabe di mûtfaqê de qiyamet rabûye. Ji derve de jî tû diçû kuderê poşetek li wir bû, yanî hem hindir û hem jî derve belave kiribû. Min hêviyên xwe ji mûtfaqê qut kir, min got temam erzaqên me çû êdî tiştek nema. Ji ber ku dema ez ji mangê derketîm dengê wê ji gel çanteyên me dihat min got ke ez li çanteyan meyze bikim. Cihê ku çanteyê me lêbûn di navbera cihê me û mûtfaqê de, di bin tehetekê de me çanteyên xwe naylon jî kiribû. Min meyze kir çanteyê min pêşdetir jî bû li cihê xwe ye, lê çanteyê hevala din ne li wire. Yarebî gelo hirçê çante biriye an na? Ez bi fenerê çiqas li çanteyê wê hevalê geriyam min nedît, min li wan derdoran jî meyze kir min nedît. Di çante de tiştekî ku were xwarin jî nîne nizanim çima çanta biriye?
Ez çûm min banî wê hevalê kir, min got heval heval rabe rabe hirçê çanteyê te biriye, min kir nekir bawer nekir. Min got; wele hirçê çanteyê te biriye tû dixwazî biçe çanteyê xwe bîne tû dixwazî neyîne çanteyê te xuya nake. Heval jî qet bawer nekir ku hirçê çanteyê wê biriye birastî jî ez pir cidîbûm, lê ji ber ku kenê min pir dihat wê jî bawer nedikir ku hirçê çanteyê wê biriye. Dema hirç ketî nuqtê, min digot rabe nedirabû ji ber wê digot qey ez henekê xwe bi wê dikim. Ji ber ku me ticarî nedihat bîra me ku wê hirç çanteyê me bibe, êrê fêmkiribû erzaq dibe lê çante di bin naylonê de di wê kunê de dibin wê tehtê de hirç were bibe hîç nediket hişê me. Lê min bixwe dît ku çanteyê wê ne li wire biriye. Ji ber ku dema ez ji mangê derketîm hirç ji wir derket û reviya.
Mane min jêre got bawer nekir, piştî demekê ket serê wê de ku dema min banî kiribû nerabiribû min dît xişt xiştek hat min zanî ewe çû cihê çanteyan meyzekir hat got bi rastî jî çanteyê min nîne çanteyê wê biribû. Me got jixwe îşev çû, em li erzaq bigerin yan jî li çanta bigerin tiştekî ku em îşev peydabikin nîne jixwe şev jî direnge, dinya mije, bê navber dengê gûran jî dihat. Ji beriya wê yanî beriya payîza ku ez niha behs dikim koçer çûbûn wan deran heta derengî li wan deran hebû ji ber wê hem gûr û hem jî hirç pir dihatin erazî jixwe gûr û hirçên Herekolê pir nav û dengin.
Bû sihar, min dît ew heval siharê zû rabû min jî got şevê din ez pir qehirîme û min pir banî wê kiriye, ew jî siharê banî min bike ez narabim ka bila biçe li rewşa mûtfaqê meyze bike bibîne bila tam şok derbaz bike, wek dibêjin ya bi rastî jî mûtfaq berbat bibû. Min gotibû ezê wê mîsîleme bikim jixwe çanteyê wê jî çûye bila we jî hinekî biqehire. Bû sihar dema şiyar bû çû mûtfaqê û hat banî min kir got heval Nîştîman, heval Nîştîman rabe hirçê mûtfaq tevlîhev kiriye, erzaqê me nemaye û hirçê çanteyê min biribû. Min çanteyê xwe ji ber etekê çiya aniye min dengê xwe nekir. Min got min şevê din banî wê kiriye ew nerabûye ezê ji mîsîleme bikim. Min dît her tê û diçe dibêje heval Nîştîman rabe min mûtfaq komjiriye lê erzaqê me nemaye em çibikin? Ê em biçin li gel hevalên xort erzaq bixwazin wê ew jî têra xwe henekên xwe li me bike. Wek dibêjin ya zû yan direng wê bizanibin ku hirç ketiye nûqteya me, ê ji ber ku me jî ewqas henekê xwe li wan kiriye got em çibikin? Min jî got wele pêşniyara min ji bo te tû neçî gel hevalên xort û behsa hirçê jî neke wê henekê xwe bi me bike lê dîsan jî tû dizanî. Min got bila hinek din dem derbaz bibe emê biçin jêr erzaq bînin ji ber ku li jêrê erzaqê me hebû. Demek derbaz bû jî ji ber barîna baranê av pir bilind bibû, welhasil çû jêrê erzaq anî. Wê rojê me ji ber hevalên xort nediwêra em biçin jêrê, me zanîbû ku wê henekê xwe bi me bikin.
Heval Ronî û heval Rênas wana têra xwe henekê xwe li me kirin, gotin ka ma ne lihevhatina we û hirçê hebû, we gotibû hirç nakeve nûqteya me, we digot me erzaqê xwe saxlem hilandiye xêre we navbera xwe û hirçê xirb kiriye? Êdî em çibikin tiştekî ku em veşêrin nîne, ji ber ku tiştek yê me nemabû em neçarman ku jixwe re erzaq bixwazin ew jî bi me hesiyabûn me jî got hal û mesele eve. Me got hirç ketiye nûqteya me, li ser wî halî re jî çanteyê heval jî biriye. Bîranînên hevalan û hirçan pir dihat behs kirin wê hefteyê bîranînek yê me û hirçê wisa derbas bû. Çawan hiriç ketiye nûqteya me bi ser wê re jî çanteyên me birine û çûne ew bîranîna me ya bi hirçên Herekolê re wisa bû. Bir rastî jî serê me bi hirçên Herekolê re di belayê de bû.
Bi rastî jî me ji ber hirçan ne dizanî em erzaqên xwe li kûderê veşêrin. Erzaqên ku me diveşart pêwistbû her tim dibin çavdêriyê de bû. Ji ber ku me erzaqên xwe li kuderê veşartibûye, me dixist di bin kijan kunberfan de, hirç diçû derdixist. Ji ber wê heval Sebrî gotibû kî hirçekê bikuje ezê xelatekê bidim wî. Ji ber wê carekê hevalan pusu li pêşiya hirçan danibû û hirçek kuştibû, xelat dabûn wan hevalan. Yên ku hirç kuştîn hem tola me û hem jî tola heval Ronî wana jî girtibû. Yek ji bîranînên me yên bi hirçan re jî wisabû.