KOBANÊ- Duh li Kobanê Festîvala 4ʹemîn a Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên sporê dest pê kirin. Îro jî di roja xwe ya duyemîn û dawî de bi amadebûna komên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê stran, dîlan û şano hatin lidarxistin.
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mawa Tolhildan axivî û wiha got: “Dixwazin Rêberê me ji gel û ciwanan qut bikin, li hemberî vê yekê hem Rêberê me hem jî gelê me bi israr û berxwedaneke bêhempa raber dikin. Ev bû 43 meh e ew dixwazin dengê Rêber APO qut bikin, lê em wek ciwan di festîvala şehîd Bawer de em ê azadiya fîzîkiya ya Rêber APO misoger bikin. Em ê tola hevrêyê xwe hildin û heta dawiyê em ê xwedî li mîrasa wan derkevin.”
Dûra jî dayîka şehîd Amara, Îslim Bozan axivî û diyar kir ku Bawer bi berxwedanî bersiv da dijmin û ji dijmin re aşkera kir ku êdî ciwan tu carî serî li hemberî tu kesî natewînin.
Di festîvalê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bawer Agir hat pêşkêşkirin. Her wiha koma Reqa, koma Cûdî, koma Govendê ya Dayikên Kobanê, koma Cûdî û koma ciwanên şoreşger hunerên xwe pêşkêş kirin. Li kêlek wê jî hunermend Hesen Dêrik û Aycan Kobanê stran gotin û Bavê Teyar şanoyek pêşkêş kir.
Festîval bi gerandina dîlanan bi dawî bû.