REQA- Di çarçoveya çalakiyên werzîşê yên jinan de ku ji aliyê Encumena Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê ve li navçeya Reqayê hate organîzekirin, îro danê sibê di navbera tîmên Ebî Temam û Omer Elûş de maça basketbolê ya jinên ciwan hate lidarxistin.
Maç li salona Şehîd Mustefa El-Nekzî ya li avasaziya Şehîd Edhem pêk hat û her du tîman performanseke berbiçav nîşan dan.
Maç piştî bidestxistina 52 xalan bi serkeftina tîma Ebî Temam bi dawî bû û tîma Omer Elûş 39 xal bi dest xist.
Ev çalakî di çarçoveya pêşvebirina werzîşa jinan û teşwîqkirina jinên ciwan ji bo beşdarbûna çalakiyên werzîşê de tê, ku ev yek dibe sedema pêşxistina şarezayên werzîşê û bihêzkirina werzîşê di nav tîman de.