NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amed û Geverê 2 çalakiyên cuda li dar xistin. Milîsên MAKê li Amedê bi bombeyên destan li dagirkeran xistin û polîsek birîndar bû. Li Geverê jî kamerayên dagirkeran ên ewlehiyê îmha kirin.
Daxuyanîya MAK’ê wiha ye:
“Milîsên MAK’ê li Amedê bi bombeyên destan li dagirkeran xistin û polîsek birîndar bû. Li Geverê kamerayên ewlehiyê yên dagirkeran hatin îmhakirin.
13’ê Cotmehê saet 23.00’an de milîsên me li nuqteya ewlehiyê ya avahiya servîsên zêde ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Amed Baglarê çalakiyek li dar xistin. Koşka ewlehiyê ya ku bi bombeyên destan rast hat lêdan, teqînên dijwar rû da û nekarîn bên bikaranîn. Di encama çalakiyê de polîsekî artêşa Tirk a dagirker bi giranî birîndar bû. Dîmenên çalakiyê ji ber pirsgirêkên ewlekarî û teknîkî zirar dîtine nikarin bên weşandin.
15’ê Cotmehê saet 21.00’an li Taxa Ormanê ya Geverê hêzên me li dijî kamerayên ewlehiyê yên dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de ev kamerayên polîsên dagirker ji aliyê milîsên me ve hatin rûxandin.”