PARÎS– Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Grigny ya paytext Parîsê derbarê pergala qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêber APO û Komploya Navneteweyî de stand vekirin.
Di standa ku li qada Sainte-Genevieve hat vekirin de pirtûkên Rêber APO û pirtûkçeyên bi zimanê Fransî li ser paradîgmaya wî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê cih girtin.
Ciwanan danezanên derbarê tecrîd û komployê de û afîşên konsera “Ji Rêber Apo re azadî” li kesên derdor belav kirin.