KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li bajarê Kobanê di dewreya perwerdeyê ya 10 rojan de hatin cem hev.
Di dewreya ku ji bo fêhmkirina rastiya Rêbertiyê hat vekirin de, jinên ciwan li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO bîranîn û gotarên cuda xwendin û li hin dîmen temaşe kirin. Di serî de têkoşîna azadiya jinê ya Rêber APO û pergala êşkence-qirkirina Îmraliyê ku Rêber APO tê de dîl hate girtin, mijarên ku jinên ciwan bi baldarî xwendin bûn.
Di dewreya perwerdeyê ya 10 rojan de mijarên cuda hatin nîqaşkirin, her wiha çalakiya “Bîraninên Bi Rojê re ” ku beriya niha bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li gelek bajar û herêman hatibû destpêkirin jî hat lidarxistin.
Jinên ciwan pêşî broşûra ku li ser “Pergala Îmraliyê” hatibû amadekirin xwend. Piştre dîmenên keliyên jiyana Rêber APO hatin temaşekirin. Xwezabûna Rêber APO ya di jiyanê û têkiliyên jiyanê de bandorek mezin li jinên ciwan kir.
‘Bîranên Bi Rojê Re’ ku gelek bîranînên bi bandor ên Rêber APO vedibêje, bi eleqeyek mezin hate temaşekirin. Rêber APO girîngiyeke mezin dide jinan ku werzişê bikin û xwe ji aliyê fizîkî ve bi pêş bixin. Li ser vê bingehê jinên ciwan bûn du tîman û bi hev re maçeke voleybolê lîstin.
Piştre jinên ciwan pêşbirka pirsa li dar xistin. Di pêşbirkê de li ser jiyan û têkoşîna Rêber APO pirs hatin kirin. Du tîm hatin avakirin û di yek carê de bersiva pirsekê dan. Dema ku tîmekê bersiva pirsekê nizanibû yan jî bi xeletî bersiv da, balonên avê li ser serê wan didan. Jinên ciwan bi coş û moraleke mezin beşdarî pêşbirkê bûn.
Piştre hemû jinên ciwan ji Rêber APO re name nivîsandin. Di nameyên xwe de hest û ramanên xwe yên li hember Rêber APO anîne ziman. Piştî nivîsandina nameyan çalakî bi coşeke mezin bi stran û govendê bi dawî bû.