DIRBESIYÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbesiyê û Komîteya wê ya Çanda Zarokan hatin cem hev û serdana gundê JINWAR (gundekî jinan ê ekolojîk ê girêdayî Dirbesiyê ya Kantona Cizîrê ya Rojava) kirin.
Di serdanê de ku projeya gundê jinê a ku fikra Rêber APO bû hate naskirin û hate nirxandin ku jin çawa dikarin bi hev re jiyana hevpar ava bikin, têgîna Jineolojiyê jî hate nasandin. Her wiha nexweşxaneya “Şifajin” a dermanên xwezayî û akademiya gund hatin ziyaretkirin û ji jinên ciwan û zarokan re hate gotin ku jinên gund çawa jiyana xwe bi rê ve dibin û di warê çand, zanist û perwerdeyê de çi projeyên xwe pêş xistine. Jinên ciwan û zarok bi kelecaneke mezin nêzî Jinwar û jiyana komînal, ekolojîk û polîk- exlaqî ya li Jinwarê hatin afirandin, bûn.
Di dawiya serdanê de jin û zarokan bi govendê govend gerandin.