NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” Yekîneyên Wan’ê 6ê cotmehê saet di 22:30 de li dijî Fermandariya Cendirmeyan a Wanê bombeyên parçeyî çalakiyek li dar xistin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî çalakiyê ji ber bandora şokê êrîş li herêmê hatiye kirin û li herêmê şewat derketiye û wiha hat gotin, “Em weke YCWK’ê soza xwe dubare dikin ku em ê berpirsyariya xwe ya a dîrokî şopdarên mîraseke mezin a berxwedanê bidomînin. Di vê pêvajoya dîrokî de em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li dora Rêber APO bibin yek û di nava çalakiyan de bin. “