NAVENDA NUÇEYAN- Kolektîfa Ciwanên Enternasyonalîst ku xwendekarên Zanîngeha Lozanê di nav de ne, di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber APO re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ çalakiya xwendinê lidar xist.
Çalakiya destpêkê ya çalakiyên xwendinê ku wê heta 10’ê Kanûnê dewam bikin, li Sendîkaya Unionê pêk hat.
Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Rêber APO ên li ser azadiya jinê hatin xwendin û nîqaşkirin.
Her wiha têkoşîna jinên cîhanê û girîngiya bicihanîna fikrên Rêber APO hatin nirxandin.
Çalakiyê bi nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîna Tevgera Jinên Kurd dewam kir.
Çalakiyên xwendinê wê bi 30’ê Cotmehê bi mijara ‘Ekolojiya Civakî’ û danasîna kovara ‘Lêgerîn’, di 14’ê Mijdarê de bi mijara ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û heta 10’ê Kanûnê li Pole Sud’ê dewam bike.