NAVENDA NUÇEYAN- Zanîngeha Kobanê amadekariyên lidarxistina Konferansa Perwerdeyê ya Navneteweyî ya Yekemîn a “Veguherînên Perwerdeyê di Serdema Nûjeniyê de: Nêrîn û Pêkanîn” dike. Konferans dê 19-20ˈê Cotmehê pêk were.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim diyar kir ku hîndekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê beşdarî konferansê bibin û mamosteyên ji DYA, Ûrûguay, Yemen û Lîbyayê jî dê bi rêya online beşdar bibin.
Li gorî Muslim, di konferansê de dê mijarên ‘teknolojiya perwerdeyê û veguherîna dîjîtal, kêşeyên perwerdehyê yên di saziyên perwerdehiyê de û rêbazên çareseriyê, pêşxistina behreyên jiyanî û pîşeyî, lêkolîn û nûbûn di perwerdeyê de’ werin şîrovekirin.
Şervan Muslim armanca konferansê wiha da zanîn: “Pevguhertina ezmûnan di navbera sektor û saziyên perwerdeyê yên cihêreng de, fêmkirina çawaniyên pêşxistina rêbazên perwerde û fêrkirinê, piştgirîdayîna lêkolînê di warê pêşkeftina teknolojiya perwerdeyê de, baştirkirina rêbaz û amûrên di perwerdekirinê de têne bikaranîn, nasandina xebatên zanîngehên Bakur û û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina wan, çavdêrîkirina kalîteya xwendinê bi awayekî ku hevsengiyek di navbera hejmar û kalîteya xwendinê de pêk bîne.”